PKK: Rêber Apo û PKK gelê Kurd kir xwedî bîr û hêz

Sibe PKK 43 salan temam dike û dikeve sala xwe ya 44’an..
Komîteya Navendî ya PKK’ê ji bo vê rojê “Roj damezirandina xwe” daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dibêje: “Di sala 43’yan de me faşîzma AK-MHP’ê şikand û di sala 44’an de em ê wê hilweşînin.” PKK piştrast kir ew ê nehêlin ku rejîma faşîst a Tirkiyê bi dek û dolaban xwe li ser piyan bihêle. 

Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 43. daxuyaniyek nivîskî weşand.

PKK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de di şexsê şehîd Hakî Kerar de, hemû şehîdên xwe bi bîr anîn û ev yek anî ziman:

Rêber Apo û PKK’ê di têkoşîna azadiyê ya 43 salan de, mirovên Kurd û civaka wê li ser bingeha azadiyê ji nû ve afirand. Gelê Kurd ku bêyî parastin mabû, kir xwedî bîr û hêz.

Şoreşa Vejîna Neteweyî ava kir û geşedana neteweya demokratîk da destpêkirin.

Li Şengalê li pêşiya qirkirina civaka Êzidî girt û DAÎŞ a ku bûbû belaya serê mirovayetiyê têk bir.

Li Tirkiye û Rojhilata Navîn ronîbûneke mezin ava kir û pêşiya şoreşa demokratîk vekir.

PKK diyar kir ku afirandina van geşedanên dîrokî ne hêsan bû û ji bo wê Rêber Apo hewldaneke mezin nîşan daye û PKK jî li ser xeteke fedayî şer kiriye.

PKK: Faşîzma AKP-MHP nekarî vîna hêzên me bişkîne

Di dewama daxuyaniya xwe de PKK’ê destnîşan kir têkoşîna sala 43’yan a PKK mîna her salê bi heybet bû û ev lê zêde kir:

Faşîzma AKP û MHP’ê ya ku piştgirî ji DYE û PDK’ê distand, ji bo tunekirina PKK’ê dest bi êrişeke bi plan kiriye.

Hêzên me jî li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke fedaî kiriye.

Faşîzma AKP û MHP’ê çekên kîmyewî jî bi kar anîn lê nekarîn vîna hêzên me yên gerîla bişkînin.

Di sala 44’an a PKK’ê de encam li ber çavan in.

Plana tunekirina PKK’ê ya faşîzma AKP-MHP’ê pûç bûye û faşîzma wê bi rengekî aşkere têk çûye.

PKK: Em ê sala 44 faşîzma AKP-MHP hilweşînin

PKK’ê tekez kir ew ê di sala 44’an de jî têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bidomînin û ev got:

Di sala 43’yan de me faşîzma AKP-MHP’ê şikand, di sala 44’an de em ê hilweşînin.

Em ê nehêlin ku ev rejîma faşîst bi dek û dolaban xwe li ser piyan bihêle.

Ji bo ku pergala êşkence û tecrîdê bişke û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi cih were, em ê her tiştî bikin.

Em ê têkoşîneke wiha bi rengekî serkefttî geş bikin.

Helbet, em ê van hemûyan bi hêza xwe û bi gelê xwe yê welatparêz û ciwanan bikin.

Dawiya daxuyaniya xwe PKK’ê bang li tevahiya gel û dostên xwe kir ku geşedanan rast fêhm bikin û sala 44’an a PKK’ê bikin sala serfirazî û serkeftinên mezintir.

Back to top button