Cemîl Bayik: Ji şerê gelê şoreşgerî dûrketin dide wendakirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Şoreşgerên Rojava ku dibêjin armanca wan ne avakirina dewletê ye divê kêmasiyên xwe yên li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ders derxînin û bi şerê gelê şoreşgerî dawî li dagirkeriya Tirk bînin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîla Bayîk têkildarî êrişên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî ji Ajansa ANF re axivî.

Bayik di beşa 4’an a hevpeyvînê de behsa êrişên dewlta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî û li dijî van êrişan girîngiya şerê gelê şoreşgerî dike.

Cemîl Bayik berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî silav kir û got:

“Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşek bû ku gel û hêzên şoreşger ên çekdar bi hevre kirin.

Zarokên gel jî, gel bi xwe jî çi bi çek çi jî bêçek di nava şoreşê de bûn.

Lewma Şoreşa Rojava bi şerê gel ê şoreşgerî pêk hat. Heta ku bi berxwedana Kobanê bi ser ket, karaktera berxwedanê di asta şerê gel ê şoreşgerî de bû.”

Bayik di berdewamiya nirxandina xwe de diyar kir ku piştî serketina Kobanê berxwedan tenê ji hêzên leşkerî re hate hiştin û gel jî di asta piştevaniyê de ma, xisleta şerê gelê şoreşgerî nehate berdewam kirin.

Cemîl Bayîk di derbarê dûrketina ji şerê gelê şoreşgerî de mînaka Efrîn, Serêkanî û Girê Spî da û got:

“Li Efrînê gel şer tenê ji YPG’ê re hiştin, bê gûman gel fedekarî û tevkariyek mezin kir lê ji ber ku xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî rêxistin nekir, tevlêbûna wê di asta piştevaniyê de ma.

Di nava hêzên leşkerî de jî ev bû sedem ku mîna artêşa dewletan şer tenê weke erka xwe bibîne û gel tevlê neke.

Ev nêzîkatî hişt ku gel ji Efrînê derkeve, bi xwe re encamên neyînî anî.

Heman tişt li Serêkaniyê û Girê Spî jî rû da. ”

Cemîl Bayik: Divê gel û şervan xwe ji bo şerekî topyekûn amadebikin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku fikra ku bi awayê artêşên dewletan şer kirin, li ber xwe dayîn, tê wateya nexweşiya desthilatdariya zû.

Cemîl Bayik di dawî de wiha got,

“Ger dewleta Tirk dest bi êrişeke nû bike, divê li dijî vê êrişê şerekî topyekûn bikeve rojevê.

Tevahiya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê bibe qada şer.

Heta ku bi dawî kirina dagirkeriyê divê bi gel re berdewam bike.

Ji vê cûdatir li pêşberî şoreşgerên Rojava rêyek din nîne.”

Back to top button