ÎSRAÎLIYEK Û 2 FILISTÎNÎ HATIN KUŞTIN

Îro sê roj, şer di navbera Filistîn û Îsraîlê de li dar e.
Di encamê de sivîlekî Îsraîlî û 2 çekdarên Filistînî hatin kuştin.

Ajansa Ruetersê ragihand ku îro di encama mûşekeke Îsraîlî de 2 çekdarên Koma Cîhad a Filistînî hatin kuştin.

Polîsa Îsraîlî jî diyar kir ku mûşeka ku ji Xezayê hat avêtin malek li bajarê Esqelanê kir hedef.

Di encamê de zilamekî jiyana xwe ji dest da.

Şer roja Înê gava sekvanekî Tevgera Îslamî ya Filistînî gule berdan hêzên Îsraîlî ku 2 leşker mirin, dest pê kir.

Îsraîl jî weke bersiv, êrîşeke asmanî li dijî tevgera Hemasê pêk anî.

Li gorî Tevgera Hemasê, ji roja Şemiyê de wan 400 mûşek avêtine gund û bajarên Îsraîlê.

Îsraîl jî zêdetirî 200 dever li Xezayê kirin hedefa êrîşên xwe.

Tevgera Hemas û Cîhad duh gotibûn ew ê şerê xwe li hember Îsraîlî ranewestînin.

Îro jî artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê şer dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button