Zeyneb Saroxan: Desteya jinan mafê hemû jinan diparêze

Duh 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li ser Jinan bû.. Ji bo vê rojê bertek û bangên têkoşînê tên kirin. Siyasetmedarên Jin ên li herêmê li ser awayên çareserya pirsgirêkên heyî û bidawîkirina tundiya li ser jinan nirxandin kir. Jinan hêvî kirin ku gavên dirust werin avêtin da tundya li ser jinan werin bidawîkirin.

Der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, jinên siyasetmedar ên li herêmê ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kirin.

Yek ji wan Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan e.

Zeyneb diyar kir ku sîstema kapîtalîst li gorî hişmendiya mêrên serdest qanûn nivîsandine û ev got:

“Desteya Jinan şerê hemû rêbazaên tundiya li ser jinan dike û mafên wan diparêze.”

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêr Qasim jî li ser heman mijarê dibêje:

“Avakirina civakeke dûrî tundiyê ji malbatê dest pê dike, divê malbat di navbera her du zayendan de wekheviyê pêk bîne.”

Neda Melkê: Divê qanûn ji nû ve û li gorî pîvanên exlaqî werin nivîsandin

Şêwirmenda Qanûnî ya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Qamişlo Neda Melkê jî anî ziman “Qanûnên heyî ne çareserî ne û nikarin dawî li tundiyê bînin, divê qanûn ji nû ve li gorî pîvanên exlaqî werin nivîsandin

Lîna Berekat: Divê gavên dirust werin avêtin da tundî bi dawî bibe

Ji bo heman mijarê, Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat jî bal kişand ser sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî û got:

“Çeteyên artêşa Tirk bê-exlaq in, li herêmên dagirkirî rojane sûcên revandin û destdirêjiyê li dijî jinan pêk tînin.”

Lîna Berekat hêvî kir ku gavên dirust werin avêtin da tundî û cûdekariya li hember jinan werin bidawîkirin.

Back to top button