Li dijî êrişên Tirkyeya dagirker li ser gerîla û herêmên Parastina Medyayê, ji siyastmedarên kurd bertek hatin nîşandan. Siyasetmedar dibêjin: “Ji ber ku PKK hêzêke gel e, wê ti carî têk neçe :”. Her wiha bang li hemû partiyên kurdî kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî yek helwest bin û yekîtiya xwe ava bikin.
7 meh in bênavber Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Parastina Medyayê êriş dike.
Ev êrişên dagirkeriyê ji ber berxwedana gerîla ya dîrokî, heta niha encam negirt û planên wan neşûn serî.
Der barê vê berxwedanê de, siyasetmedarên kurd ên li herêmê ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kirin.
Yek ji wan Endamê Partiya Komarî ya Kurdistanî-Sûriyê Mihemed Ehmed e.
Mihemed Ehmed anî ziman “Hêza ku xwe bispêre hêza gel, wê ti carî têk neçe” û ev got:
“Gerîla jî hêza xwe ji gel digire û bi rihekî fedayî têdikoşe.
Gerîla çawa li Tabûra Ereban û Werxelê artêşa Tirk a dagirker têk bir wê li deverên din jî têk bibe.”
Ekrem Hemo: Divê partiyên Kurdî li dijî êrişan xwedî yek helwest bin
Şêwermendê siyasî yê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê Ekrem Hemo jî der barê heman mijarê de axivî.
Ekrem Hemo destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê gelê Kurd dike armanc, dixwaze hemû gel û pêkhateyên herêmê tune bike.
Ekrem Hemo dawiyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga yekîtiyê li tevahî partiyên siyasî yên kurdî kir.