Ji Kîev bo Moskow: Dagirkirina xaka Ukrayna wê berdêla xwe pir giran be

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de peyamên tund têne dayîn. Ukrayna, Rûsya bi hewildanên amadekariya dagirkeriyê tewambar dike. Moskowa jî vê yekê bi tundî red dike. Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba derbarê êrîşeke muhtemel de Moskowa hişyar kir û got: Dagirkirina xaka Ukrayna wê berdêla xwe pir giran be. NATO jî piştevaniya xwe ya bo Kîevê dubere kir û DYA jî keşîtiyên xwe yên şer derbasî Derya Reş kir.

Not: ev herdu dimen yekin… lê ji bo rakirina logo hun dikarin yekê li ser ya din dênin û bi corp logoyan hemû rakin.

Ukrayna ji ber tevgera leşkerî ya Moskow li sînorê welat raya giştî hişyar dike.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba têkildarî tevgera li sînorê welat axivî.

Dmitro Kuleba diyar kir ku divê Moskow zirara ku wê di warê siyasî, aborî û însanî de bibe sedema pêleke nû ya êrîşan fêm bike û got,

“Ji bo ku neceribênin, em hewl didin ku bidin fêmkirin ku êrîşek nû ya li ser Ukraynayê wê pir biha be.”

Kuleba bal kişand ser wê yekê ku di van demên dawî de helwesta civaka navneteweyî li hemberî Rûsyayê tundtir bûye û destnîşan kir ku li gelek paytextên cîhanê tedbîrên aborî tên amadekirin ku wê zirarê bide aboriya Rûsyayê.

Hat diyarkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) agahiyên îstixbaratê yên derbarê amadekariyên Rûsyayê yên ji bo dagirkirina Ukraynayê bi hevalbendên xwe yên Ewropî re parve kir.

Di nota îstîxbarata têkildar de, nexşeyên ku yekîneyên komkirin û topavêjê yên leşkerên Rûsyayê li nuqteyên cuda (nêzîkî sînorê Ukraynayê) hatine çêkirin jî cih girtine.

Îstîxbarata ku bi Hevalbendan re hatiye parvekirin senaryoyekê diyar dike ku tê de leşkerên Rûsî dikarin bi qasî 100 tabûrên taktîkî (bi îhtîmal 100 hezar leşker) di ser Kirim, Rûsya û Belarûs re derbasî Ukraynayê bibin.

Ev senaryo wekî operasyoneke ku qadeke berfireh li bejahiyên zehmet û sermayê digire nav xwe û tê nirxandin ku leşkerên li herêmê xwe ji dagirkeriyeke demdirêj re amade dikin.

NATO: Em ê piştevaniya xwe ji bo Ukrayna bidomînin

Hemwextî van tevgeran ji NATO jî hişyarî hat.

Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg di daxuyaniya çapemeniya li gel Serokomarê Polonya de têkildarî rewşa li sînorê Ukrayna axivî.

Stoltenberg bang li Rûsyayê kir ku zelal be aloziyê kêm bike.

Sekreterê NATO anî ziman ku ew di amadebaşiyê de ne û got:

Em piştgiriya siyasî û pratîkî ji Ukraynayê re didomînin.

Ev ne metirsî ye ji bo Rûsyayê û alîkariya Ukraynayê dike ku xwe ji êrişan biparêze.

Keştiyên şer yê DYA derbasî Derya Reş bû

Hemwextî van geşedanan, keştiyên Amerîka di Kendava Stenbolê re derbasî Derya Reş bû.

Back to top button