Rûsya..Di şewata li kana Komirê ya herêma Kemerovo de 52 kes mirin

Bîlançoya qezaya di kana Komirê ya li herêma Kemerovo ya Rûsyayê de giran dibe.
6 jê xebatkarên tîma rizgarkirinê bi giştî 52 kesan jiyana xwe ji dest da. Serokê Rûsya Putin ji ev yek weke trajediyê binav kir.

Li kana komirê ya li herêma Kemerovo ya Sîbîryayê şewat pêk hat.

Ji ber agirê ku bi toza komirê pêketî de şewat derket.

Despêkê hate ragihandin ku 11 kesan jiyanan xwe ji dest dane.

Xebatên ji bo rizgarkirina bi dehan karkerên di kanê de asê mabûn hat despêkirin.

Tîmên Beşa Lezgîn ku ji bo alîkariyê çûn jî di nava dumanê de xeniqîn.

Çavkaniyên Servîsa Lezgîn di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê de agahiya “tu kes nehat xilaskirin” parve kirin.

Di kana Listvyazhnaya ya ku 3 hezar û 500 kîlometreyan li rojhilatê Moskowê ye, 285 kesan kar dikir.

Rayedaran ragihandin ku 49 kes bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, hinek ji ber gazê jehrî bûne û rewşa 4 karkeran jî giran e.

Bi dehan karkerên madenê ji kêliyên destpêkê yên bûyerê ve di kanê de asê man.

Ji ber asta xeternak a gaza metanê ya di kanê de û metirsiya teqînê xebatên rizgarkirinê hatin rawestandin.

Di dawiyê de, tima rizgarkinê cenazeyê 3 kesên din ji derxistin û bi vê yekê re, jimara kesê mirîn gihişt 14’an.

Doh çavkaniyan, ji dezgehên ragihandinê yên Rûsî re ragihandin, ku hêviyên rizgarbûna kesên ku di madenê de sax mane, têk çûn.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê jî diyarkirin ku di qezaya kanê de, 6 jê xebatkarên tîma rizgarkirinê bi giştî 52 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa Reutersê ragihand ku 3 kes ku di nav wan de, rêveberê madenê ne ji ber xemsariya ewlehiyê hatine binçavkirin.

Felaketa navborî ne qezaya despêkê ya li kanê ye.

Di sala 2004’an de di heman kanê de ji ber teqîna metanê 13 kes mirin.

2016’an, rayedaran di dema kontrolkirina 58 kanên komirê yên li seranserê welêt de dîtin ku ji sedî 34’ê wan pirsgirêkên ewlehiyê hene.

Kana Listvyazhnaya ne di nav van kanan de bû.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin der barê qezayê de daxuyanî da û ev yek weke trajediyeke mezin binav kir.

Back to top button