“Polonya li kêleka NATO ye, NATO jî li kêleka Polonya ye”

Krîza koçberên li ber sînorê Polonya-Belarûs fikarên Ewropa û NATO yê zêde kiriye. Ewropa karanîna koçberan weke kaxezeke zextê bi tundî şermezar dikin. Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg bi Serokomarê Polonya Duda re civiya.
Di civîna aliyan de, mijara sereke ewlekarî bû. Stoltenberg got: Polonya li kêleka NATO û NATO jî li gel Polonyay ye

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokdewletê Polonyayê Andrzej Duda li baregeha NATO ya li Brukselê hatin cem hev û li ser pirsgirêkên ewlehiyê yên heyî gotûbêj kirin.

Stoltenberg û Duda li ser mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Piştre jî têkildarî civîna çapemeniyê ya piştî civînê ji aliyê NATO’yê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Sekreterê Giştî soza pabendbûna Polonya ya ji bo hevalbendiyê bi rêya gelek beşdariyên wê yên ji bo mîsyonên û operasyonên NATO’yê dubare kir.

Stoltenberg bal kişand ser hebûna xurt a NATO’yê ya li Polonya û komeke şer a pirneteweyî.

Her wiha peyama “Polonya li kêleka NATO’ ye û NATO jî li gel Polonyayê ye.”

Di hurgiliyên daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du lîderan li ser avakirina leşkerî ya Rûsyayê ya li nêzî Ukraynayê û rewşa li ser sînorê di navbera Belarûs û Polonya, Letonya û Lîtvanya de axivîn.

Sekreterê Giştî Stoltenberg li ser Belarusê got;

Hemû hevalbendên NATO’yê eşkere kirin ku ew bi tundî îstismarkirina rejîma Lukaşenko ya mirovên bêparastin ji bo zextê li welatên cîran şermezar dikin.

Ev tevgereke nemirovane û tinaziyek e.

Em bi tevahî hevalbendên ku bandor bûne re, radiwestin.”

Stoltenberg diyar kir ku Rûsya divê bandora xwe ya li ser rejîma Lukaşenko zêde bike da ku dawî li rewşa ber sînor were anîn.

Wezîrên Karên Derve yên NATO’yê wê 30 Mijdar û 1’ê Kanûnê li Rigayê bi hempişeyên xwe yên Ukrayna û Gurcistanê re li ser mijara ewlekariyê bicivin.

Back to top button