Tevagera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi daxuyanîyeke 43. salvegera damezrandina Partîya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê pîroz kir.
TEV-DEM’ê di serîde salvegerê li Rêber Apo, gerîllayên azadîyê, girtiyên li zindana, malbatên şehîdan û hemû li endam û fermandarên partîyê pîroz kir.
TEV-DEM’ê dîyar kir ku tekoşîna PKK’ê veguherîye şoreşeke rizgarîyê ya bi pêşengîya jin û ciwanan û wiha dewam kir:
”PKK herdem ji bo gelan di nava berxwedanê de bûye. PKK ne tenê ji bo gelê Kurd, piştgirî dide vîn û berxwedana gelê Ereb, Asûr, Suryan û Ermen jî û ji bo Şingal û Bakur û Rojhilatê Sûrîyê jî, gelek fedakarîyên mezin kiriye û dike.
Em berxwedana PKK û helwestên wê yên mirovî û niştimanî silav dikin û em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî kampanya ya azadîya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bibin.”