Dewleta Tirk dest avît jiyana Mihemed pêximber

Dewleta Tirk a dagirker li heremên dagirkirî vê carê dest avît bikaranîna jiyana pêximber mihemed

Ajansa Nûçeyan AFP’ê diyar kir Wezareta Perwerdê ya Dewleta Tirk ji bo xwendekarên refa yek pirtûka olî çapkir.

Li dibistanên Bab û Cerablusê li xwendekaran belavkir.

Di pirtûkê de Mihemed Pêxember weke zave, hevjîna wî Eyşe weke bûk hatiye mîzanpajkirin, çapkirin.

Ev yek ji aliyên şeniyên Cerablûsê ve rastî bertegeke tund hat.

Welatiyan diyarkir ku ev yek heqaret ji bo pêximberê mirovahiyê ye.

Ti hes nikare qarîkatorê pêximberê mirovahiyê xêz bike. Piştre şêniyan pirtûkên heyî şewitandin.

Li herêmê dagirkirî Cuma Kazkaz qaşo berpirsiyarê perwerdehiyê ye diyar kir ku ew bi Mudûriyeta Perwerdyê ya Dîlokê re di nav danustandinan de ne. Daxwaz ji Tirkî kirine hemû pirtûkan kom bikin, ger kom nekin wê îro dakevin qadan.

Back to top button