Şer û aloziya li Sûriyê dewam dike.
Di encama êrişên balafirên Rûsyayê ên li dijî DAIŞ`ê de ku li Çolistana Sûriyê 8 çete hatin kuştin.
Şerê di navera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de jî dewam dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) ragihand li çolistanên Reqa û Dêra Zorê, balafirên Rûsyayê êrişên hewayî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn.
Hat ragihandin di van êrişan de, 8 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û 15 çete jî birîndar bûn.
Ji destpêka Mijdarê ve balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên çeteyan zêdeyî 550 êrişên hewayî pêk anîne.
Li Idlibê şerê di navberfa hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de didome
Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û çeteyên dewleta Tirk de li “herêma bêçek” û derdora gundê Avis ê rojhilatê Idlibê şer didome.
Li aliyekî din, vê sibehê hêzên hikumeta Şamê herêmên El-Bara, Sifohin, Fitêra û Filêfil yên başûrê Idlibê bombebaran kirin.