Parlementerên Koma Dostaniya Kurdan: Dewleta Tirk li dijî Kurdan sûcê şer dike

Parlementerên Koma Dostaniya Kurdan li Parlementoya Ewropayê bi daxuyaniyek diyar kirin ku dewleta tirk bikaranîna bi balafirên bêmirov ên bêçek ve li dijî kurdan sûcê şer dike.

Parlementerên Koma Dostaniya Kurdan li Parlementoya Ewropayê li hemberî êrişên bi bi balafirên biçekên ên dewleta Tirk civîneke çapemeniyê lidarxistin.

Gelek partiyên ewropî tevlî civînê bûn.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Fransayê Xalid Îsa tevlî civîna li Parlementoya Ewropayê bûn.

Parlementer Françoîs Alfonsî diyar kir ku artêşa Tirk û desthilatdariya heyî Sûriye, Rojava, Iraq û Şengal di serî de dixwaze hemû qadên Kurdan dagir bike û got

“Ev êrişên dewleta Tirk ji bo Ewropayê jî gefeke mezin . Divê Ewropa dawî li vê pêvajoyê bîne.”

Andreas Schîeder jî diyar kir wekî li Efrînê paqijiya etnîk tê kirin, Tirkiye qanûnên navneteweyî bin pê dike û sûcên şer dike. Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê li hemberî Tirkiyeyê tevdîr were stendin.

Back to top button