Desteya Aboriyê: Me nimûneyên tovên genimê Amerikî şandiye teqîgehan

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew li benda encamên testên tovê genim in ku Amerîka ji Rêveberiyê re şandiye.

Piştî ku li herêmê hişkesalî çêbû, Ajansa Amerîkayê ji bo Karûbarê Pêşveçûna Navneteweyî (USAID) 3 hezar ton tovê genim ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand.

Gelek dezgehên çapemeniyê yên li herêmê îdia kir ku tovê hatiye şandin ji bo çandiniyê ne guncaw e û zirarê dide zeviyan.

Têkildarî mijarê hevserokê Destya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo diyar kir ku desteyê nimûne şandine teqîgehên navevda Lêkolînên Çandiniyê da ku wan nimûneyan test bikin û piştrast bibin ku ji bo çandiniyê guncaw in an na.

Barûdo piştrast kir ku ew li benda encamên testê ne û heke encam baş bin dê tov li cotkaran belav bikin. Ne başbin wê vê genimê karneynin.

Back to top button