Fransa bertek nîşanî nameya Johnson da û hevdîtin betal kir

Mirina 27 koçberên li Derya Manşê krîza navbera Parîs û Londonê zêde kir. Serokwezîrê Îngilistanê Johnson ji bo Serokomarê Fransa Macorn nameyek şand û xwest koçberên derbas bûne vegerînin. Li hember vê yekê Wezîrê Karên Derve yê Fransa Dermanîn hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Îngilistanê re betal kir.
Tevî van hemûyan li Parîsê ji bokoçberên li Derya Manşê jiyana xwe ji dest dane mûm hatin pêxistin.

Piştî ku Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bang li Fransa kir ku koçberên ku ji Derya Manşê derbas bûne paşde vegerîne,Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin hevdîtinên xwe bi hevkarê xwe yê Brîtanî Priti Patel re bi dawî kir.

Gerald Darmanin got,

Nameya ku Johnson piştî mirina 27 koçberan li Derya Manşê, welatê wî bêhêvî kiriye.

Eşkerekirina nameyê ji raya giştî re, rewş hîna xirabtir kir.

Di nameya ji Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re hatî şandin de, Johnson pênc gav pêşniyar kir ku rê li ber dubarebûna trajediyê bigire.

Darmanin diyar kir ku ev name bûye sedema ku hevdîtina xwe ya li gel hempîşeyê xwe yê Brîtanî betal bike.

24’ê Mijdarê li Derya Manşê keştiya koçberan noqî avê bû.

Di encamê de, 3 jê zarok û 7 jin bi giştî 27 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Dezgehên çapemeniyê jî ragihandibûn ku piraniya van koçberan xelkê ji Başûrê Kurdistanê ne.

Berpirsên Hollandî, Alman û Komîsyona Ewropî wê 28’ê Mijdarê li Calaîsê beşdarî danûstandinan bibin.

Piştî ku nameya Johnson li ser înternetê hate weşandin hêrsa hukûmeta Fransî bi zelalî xuya bû.

Berdevkê Hikûmetê Gabriel Attal diyar kir ku di nameyê de rêz li hemû xebatên Fransa yên li Derya Manşê nehatiye girtin.

Johnson ji bo Macron nameyek ji 5 xalan pêktê şand

Johnson di nameya xwe ya ji Macron de 5 xalên ku dixwest gav ji bo wan were avêtin wiha şîrove kiribû:

Dewriyeyên hevbeş ji bo pêşî li derketina keştiyên zêdetir ji peravên Frensî bigirin

Bikaranîna teknolojiyên pêşkeftî yên wekî sensor û radaran

Her du welat li peravên pêşberî ve nobetê bigrin û çavdêriyên hewayî bikin

Hevkariya şaneya îstîxbarata hevpar a her du welatan were kurkirin

Destpêkirina bilez a xebatê li ser peymanek vegerê ya dualî bi Fransa re, û her weha danûstandinên ji bo peymanek vegerê ya YE-Brîtanya

Tevî bertekên Parîsê, hikumeta Londonê piştevaniya nameya Johnson dike.

Li Parîsê ji bo 27 koçberan mûm hatin pêxistin

Divê navberê de, li paytexta Fransa Parîsê ji bo koçberên di Derya Manşê de mirine mûm hatin pêxistin.

Back to top button