Sûdan..Li paytext Xertûmê peyaman navbera artêş û hikumetê hat şermezarkirin

Piştî artêşa darbekar li Sûdanê kontrola welat xist destê xwe, bi rojan xwepêşandan pêk hatin.
Ev xwepêşandan piştî li hevkirina arêş û hikumetê jî bi dawî nebû.
Li paytext Xertûmê bihezaran kes li dijî peymana navbera artêş û hikumeta Serokwezîr Ebdulah Hemduk de daketin qadan.

Doh bi dehezaran kes li paytext Xertûmê li qadan bûn.

Di xwepêşandanên hate lidarxistin de, bi yek dengê peymana navbera Serokwezîrê Ebdulla Hemdok û Artêşa darbekar de hate şermezarkirin.

Xwepêşandêran daxwaz kirin ku hikumet bi tevahî ji aliyê sivîlan ve were rêvebirin.

Xwepêşandêran gotin,

Em partiyan naxwazin.

Daxwaza wan tenê hikumetek sivîle.

25’ê Cotmehê artêşa Sûdanê li welat bi pêşangtiya Fermandar Ebdulfetah Burhan darbe pêk anîbû.

Piştî zextên zêde Burhan neçar mabû ku bi Hemdok re li ser rêveberiya hikumetê lihev bikin.

Ji bo vê yekê jî 21’ê Mijdarê peymanek navbera aliyan hate îmzekirin.

Li gorî peymanê, heta 2023 wê hikumet bi artêşê re were parvekirin.

Back to top button