YJA Star: Dahatûya azad wê bi xwedîlêderketina PKK’ê û Rêber Apo pêk were

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê salvegera 43.a avakirina PKK’ê pîroz kir û got “Dahatûya azad wê bi xwedîlêderketina PKK û Rêber Apo pêk were.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî bi boneya salvegera PKK’ê destnîşan kirin ku wê sala 44’an weke sala azadiya gelê Kurd û Rêber Apo bibînin û li gorî wê tevbigerin.

Herwiha Koordînasyona Komalên Ciwan jî bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê salvegera 43. a avakirina PKK’ê pîroz kir.

Fermandariya YJA Starê diyar kir PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de li hemberî rastiya gelê Kurd a ku tune dihat hesibandin, bi teza ‘Kurdistan mêtingeh e’ dest bi têkoşîna xwe kiriye û got:

“43 sal in partiya me bi têkoşîna xwe ya azadiyê bûye dînamîka bingehîn a Kurdistan û Rojhilata Navîn.

Li hemberî fikrên paşverû, tarî û têkoşiyaye û ev fikrên paşverû ji Kurdistanê avêtiye û rê li ber fikra azadiyê vekiriye.

Ji bo gelekî ku digotin miriye, PKK’ê rastiya gelekî ku pêşengiyê dike derxiste holê.”

Fermandariya YJA Starê destnîşan kir ku îro jin, bi taybetî Jinên Kurd li hemberî dagirkeriya li Kurdistanê têdikoşin û PKK’ê jin û jiyana azad anîne ba hev.

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê: Di sala 44’an ya têkoşînê de em berxwedana xwe geştir bikin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand.

Li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê Deniz Kaya, salvegera 44’an a PKK’ê li Rêber Apo, şehîdên azadiya Kurdistanê, gelê Kurd û li hemû mirovahiyê pîroz kir û diyar kir, di sala 44’an a têkoşînê de ew ê berxwedana xwe geştir bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin di dîroka 200 salî de her çend serhildan çêbibin jî negihiştine serî, lê PKK ji gelê Kurd re bû bersiv û bi serket.

Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dawî de eşkere kirin ku sala 44’an a têkoşînê weke sala azadiyê ya jinan, gelan û Rêber Apo dibinin û li gorî vê li ber xwe didin û têdikoşin.

Koordînasyona Komalên Ciwan: Li ser xeta serfirazî ya PKK’ê berê xwe bidin nava refên gerîlla

Herwiha Koordînasyona Komalên Ciwan jî bi wesîleya rojê peyamek weşand.

Koordînasyonê da zanîn ku Rêber Apo beriya her tiştî di xwe de zayîneke nû afirandiye û piştre ev tişt kiriye haveynê rastiya mûcîzevî ya bi navê PKK’ê.

Koordînasyonê diyar kir meşa ciwanan a ku bi pêşengiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, her dem xwe ciwan hiştiye û bûye kabûsa dijmin.

Koordînasyonê dawî de bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku li ser xeta serfiraziyê ya PKK’ê berê xwe bidin nava refên gerîlayan.

Back to top button