Parêzerên Rêber Apo serî li saziyên navnetewî dan

Bi mehane agahî ji Îmraliyê nayê girtin û fikarên derbarê jiyan û tenduristiya Rêber Apo de zêde dibin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê a ku parêzeriya Rêber Apo dike, ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê vê carê jî serî li saziyên navneteweyî dan.

Parêzeran ji sazî û rêxistinan daxwaz kir ku ji bo rewşa dijmîrovî ya li Îmraliyê bi dawî bibe bikevin nav hewldanan.

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li Îmraliyê roj bi roj giran dike û destûrê nade ku malbat û parêzer hevdîtinê bi Rêber Apo û girtiyên din re bikin.

Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din yên li Îmraliyê jî li dijî vê yekê di nava hewldandanan de ne.

Parêzeran, ji bo Rêber Apo çend roj berê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, Wezareta Edaletê, saziyên girêdayî wezaretê, Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê, baro û rêxistinên sivîl ên li Tirkiyê dabûn.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Rêber Apo û Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ku di bin tecrîda giran de ne, vê car jî serî li saziyên navneteweyî dan.

Di nav saziyên ku serî li wan hatiye dayîn, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), û Komeleya Pêşîligirtina Îşkenceyê jî hene.

Parêzeran di serlêdana xwe de ji sazî û rêxistinan daxwaz kir ku pêkanînên li dijî hiqûqê yên li Îmraliyê teşhîr bikin.

Her wiha parêzeran ji sazî û rêxistinan daxwaz kir ku ji bo rewşa dijmîrovî ya li Îmraliyê bi dawî bibe bikevin nav hewldanan.

Hevdîtina Rêber Apo bi parêzer û malbata wî re bi hincetên mîna “rewşa xirab a hewayê”, “xerabebûna keştiyê” her carê tê astengkirin.

Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê tenduristiya Rêber Apo de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû.

Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn.

Rêber Apo ku 22 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.

Back to top button