Dewleta Tirk dagirker di materyalên perwerdeyê de li dijî Hz. Mihemed bêrêzî kir

Dewleta Tirk a dagirker li heremên dagirkirî vê carê li dijî pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed bêrêzî kir.
Li dijî vê yekê nerazbûn hatin nîşadan û xwepêşandan hatin lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo xwendekarên refa yekê yên li herêmên dagirkirî pirtûka olî çap kir.

Ev pirtûk jî li dibistanên Efrîn, Bab û Cerablusê li xwendekaran hatin belavkirin.

Di pirtûkê de Hz. Mihemed û hevjîna wî Hz. Eyşe bi wêneyên weke bûk û zava hatine nîşandan.

Welatiyên li herêmên dagirkirî nerazîbûnên tund nîşanî vê yekê dan.

Li navenda bajarê Efrînê piştî nimêja înê xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin.

Malbatên xwendekaran pirtûkên dibistanê şewitandin û diyar kir ku ew qebûl nakin ku zarokên wan bi materyalên dagirkeriya Tirk perwerdeyê bibînin.

Li herêmên dagirkirî Cuma Kazkaz ku qaşo berpirsê perwerdehiyê ye diyar kir ku ew bi Rêvebriya Perwerdeyê ya Dîlokê re di nav danustandinan de ne.

Karkaz got wî daxwaz ji Tirkiyê kiriye hemû pirtûkan kom bikin, ger kom nekin wê dakevin qadan.

Back to top button