Dîmenê serokwezîrê Etiyopya Ehmed cara yekem li eniya şer hat weşandin

Çekdarên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) gav bi gav nêzî paytexta Etiyopya Addîs Ababa dibe.
Serokwezîrê Etiyopya Abiy Ahmed ji bo moraldayîna leşkeran li eniyên şere.
Dîmenên Ehmed cara yekem li eniya şere derketin.

Ebiy Ehmed ku li eniya Aferê şer dikir, di dîmenên ku televîzyona Fana belav kir de ragihand ku artêşê herêma Asagita ji nûve bi dest xistiye.

Ehmed diyar kir ku têkoşîna li dijî çakdaran wê bi biryardarî bidome û anî ziman ku hêzên Eniya Rizgariya Gel a Tigreyê (TPLF) neçar man ji herêmên kontrol kirîn vekişin.

Ehmed her wiha îdia kir ku artêş wê di demeke nêz de herêmên Burka û Çifrayê jî kontrol bike.

Hikûmeta Etiyopyayê ji ber êrîşên TPLF yên li başûrê welat, 2 Mijdarê rewşa awerte ragihandibûn.

Serokwezîr Ehmed erkê xweyê rêveberiya welat radestî cigirê xwe kiribû û berê xwe dabû eniyên şer.

Back to top button