Putin, paşînyan û aliyev ji bo Qerebaxê civiyan

Ji ber aloziya li herêma Qerebaxê, Êrîvan û Bakû hevdu tewambar dikin.

Ji bo nirxandina rewşa li Qerebaxê, îro li bajarê Soçî civîneke sêalî pêk hat.

Mijara sereke jî pêkanîna lihevkirinên agirbestê li herêma Qerebaxê bû.

Îro li bajarê Soçî yê Rûsyayê Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin, bi hempîşeyên xwe yê Azerbêcanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan re civiya.

Lîderan mijara pêkanîna lihevkirinên têkildarî agirbestê li herêma Qerebaxê ku her sê welatan li ser li hev kiribû, nîqaş kirin.

Ev civîn piştî şerê di hefteyên borî de li ser sînor di navbera hêzên Azerbêcan û Ermenistanê de rû da, pêk hat.

Piştî şerê dawiya Îlona 2020’an li herêma Qerebaxa çiyayî despêkir, di navbera Êrîvan û Bakuyê de alîzî gur bûn.

Herçiqasî agirbest hatibe ragihandin jî lê şerê li herêmê dem dem dewam kir.

Ermenîstan û Azerbeycan hevdu ji binpêkirina agirbestê tewambar dikin.

Back to top button