PYD: PKK’ê bi têkoşîna xwe cihê xwe di dil û mejiyê hemû Kurdan de girt

Bi boneya Salvegera 43’an ya damezrandina PKK’ê Meclisa Giştî ya PYD ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de salvegera cejna vejînê li Rêber Apo, gelê Kurd û gerîla hate pîrozkirin.

PYD bang li DYA û Welatên Ewropa kir ku PKK’ê ji lîsta terorê derxînin.

Bi boneya salvegera avakirina 43. ya PKK’ê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek nivîskî weşand.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi avabûna PKK’ê kir û got:

“Avabûna PKK’ê, encama zilm û neheqiya li ser gelê Kurd bû.

PKK’ê bersiva hewldanên hêzên hegemonîk ên ji bo qirkirina gelan da. Bi vê yekê di dilê gelên cîhanê de cih girt.

Êdî gelên cîhanê PKK’ê wek rizgarker û parêzvana xwe dibînin.”

PYD’ê diyar kir PKK’ê bi exlaq û baweriya kadroyên xwe, girêdana wan a bi nirxên civaka Kurd di warê wêrekî û fedakarî û redkirina serîtewandinê ji hêzên zordar re, cihê xwe di dilê hemû Kurdan de girt.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku di serî de dewleta Tirk a dagirker û dewlet û hêzên hevkarên wan dema dît ku Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê her ku diçe mezintir dibe û li pêşiya planên wan yên li herêmê dibe astengî, bi komploya navneteweyî hewl dan pêşî li têkoşîna azadiyê, bigrin.

PYD’ê da zanîn li ser vê yekê jî PKK’ê kirin “lîsteya terorê” da ku tevgerên wê li qada cîhanê asteng bike û nehêle têkiliyan bi sazî û rêxistinên navnetweyî re deyne.

PYD’ê di dawî de bi wesîleya rojê carek din bang li raya giştî kir ku beşdarî kampanyayên bi armanca azadkirina Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê bibin.

Kongra Star: Ji bo azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê divê têkoşîn bê mezinkirin

Koordînasyona Kongreya Star jî salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Kongra Star bal kişande li ser têkoşîna 43 salan û diyar kir ji bo pêkanîna hêviya gelê Kurd û gelên herêmê ya azadî û aştiyê bê navber berxwedan û têkoşîn tê kirin.

Hat diyar kirin ramanên Rêber Apo li cîhanê û herêmê belav bûn û Îmralî ji zîndanê veguherî akademîya felsefe, demokrasî û azadiyê.

Kongra Star ji bo azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Back to top button