Sêmalka..çalakiyê 53 roj li pey xwe hişt, PDK’ê heta niha tu bersiv nedaye

Dayîk û malbatên şehîdan ev 53 roj in li deriyê Sêmalka di nava çalakiyê de ne.

Lê PDK a ku zarokên wan şehîdxistiye cenazeyan nade.

Parêzerên Cizîrê ku tevlî çalakiyê bûn, bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Endamên Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê îro li ber Dergeha Sêmalka kom bûn û daxyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şehîdxistina gerîlayan li Xelîfanê li ser destê PDK’ê sûcekî mirovahiyê ye.

Parêzeran di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bûyera li Xelîfanê ji bo hilanîna tola têkçûyîna DAIŞ’ê ye û bi plana dewleta Tirk hatiye pêkanîn û armanc jê têkbirina berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeran e.

Prêzeran di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku bi lez cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin,

Back to top button