Dadgeha Erdogan 5 sal cezayê girtîgehê Leyla Gûven birî

Bi îdiaya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di axaftina xwe ya 2020’an de “propagandaya rêxistinê” kiriye 5 sal ceza girtîgehê lê hat birîn.

Doza ku ji ber axaftina wê ya 15’ê Sibatê 2020’an di panêlekê de kirî di derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Wekîla berê ya Colemêrgê Leyla Guven de hatî vekirin, rûniştina 4’an ya biryardayinê hat lidarxistin.

Di îdianameya derheqê Guven de ya ji ber hevokên “Banga aştiyê ya Birêz Ocalan pir girînge. Tecrîdê rakin. Tendirustî û ewlehiya Ocalan biparêzin. Aştî were Rojhilata Navîn” ku Guven di axaftina xwe de bikar anîbû hatibû amadekirin de tawanbariyên “bê îtîbarkirina dewletê”, pesnê sûc û sûckar dayîn” hate nîşandan.

Doz ku li 2. Dadgeha Ceza Asliyê ya Colemêrgê hat darizandin îro rûniştina biryarê hat lidarxistin.

Guven ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan ya Tîpa E ya Elezîzê, bi Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlê rûniştinê bû.

Şandeya dadgehê di rûniştina biryarê ya doza tê dîtin de bi hêceta “propagandaya rêxistinê” kiriye 5 sal ceza girtîgehê da Guven.

Li Şirnexê û Colemêrgê cezayê li Leyla Guven hatî birin hat şermezarkirin

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê cezayê ku li Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê hatiye birîn şermezarkir:

Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê û aktîvîstên TJA’yê tevlî daxuyaniyê bûn.

Rêxistinê diyar kir ku îqtîdar di ser darazê re tolê jî siyaseta demokratîk distîne û wiha got:

Em vê biryara neqanûnî û ne rewa nas nakin.”

Em bi hêza ku ji gelê xwe û mafdariya xwe digirin ber bi siberojê ve dimeşin û tu kes nikare me ji vê rêyê dûr bixe.

Hikûmeta ku her roj êrîşî me dike serdema herî qels a dîroka xwe dijî.

Bi heman armancê rêxistina HDP’ê ya Colemergê dayîkên aştiyê û aktivistên TJA’ yê jî jî bi daxuyaniyekê cezayê li Leyla Guven hatî birin şermezar kir.

Back to top button