PJAK: PKK mînaka têkoşîna ji bo azadiyê ye

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan – PJAK’ê jî bi daxuyaniyeke salvegera roja damezrandina PKK’ê cejna vejînê li gelê kurd û mirovahiyê pîroz kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Têkoşîna gelê Kurd bi saya fedakariya Tevgera me ya Gel a bi pêşengiya Rêber Apo de gihiştiye lûtkeyê.

Salvegera damezrandina PKK’ê her tim destpêkek e ji bo hemû azadiyên gelê Kurd û gelên bindest.

Têkoşîna azadiyê ya 43 salan rêya herî bedew, bi wate û birûmet ji bo gelê Kurd vekiriye.”

PJAK’ê diyar kir ku PKK modela têkoşîna azadiyê ye. Îro rastiya PKK’ê û şehîdên wê yên giranbuha ji aliyê gelê me, civakên bindest ên Rojhilata Navîn û azadîxwaz û rewşenbîrên cîhanê ve hatiye fêmkirin û wê mohra dawî li avabûna cîhana nû bide.

PJAK’ê bang li hemû ciwanan, jinan, rewşenbîr û azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku di sala nû ya têkoşînê têxin sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO.

Back to top button