Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Seyda yê Eyn Îsayê topbaran kir

Îşev beriya çend saetan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundekî Eyn Îsayê kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda yê rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Ta niha ti agahî derbarê encamê topbaranê de nehatine bidestxistin.

Têkildarî wê navenda ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di bejahî de jî êrişek li dijî gundê Seyda pêk anî.

Hêzên me bersiva wan da û pevçûnên dijwar rûdan di encamê de rê li ber wan hat girtin.

Back to top button