Rûspiyên Tepqayê: PKK partiyeke mirovahiyê ye hêviya me hûmûyan e

Rûspiyên êlên Tebqayê dibêjin xistina PKK`ê nava “lîsteya terorê” biryareke berovjî rastiyê ye û destnîşan kir ku partiya yekane ku divê navê wê di vê lîsteyê de be, AKP ye.

Têkildarî mijarê Rûspiyê êla El-Mûsa El-Zahir, Şêx Ayid El-Hadî got:

“Hêzên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk, hewl didin projeya PKK’ê ku mirovahiyê diparêze bûye hêviya me hemûyan têk bibin û propagandaya reşkirina partiyê dimeşînin .

Eger civakeke navneteweyî ya adil hebe, divê AKP di rêza pêşîn a “lîsteya terorê” de be.”

Ji aliyekî din Şêxê eşîra Meşrafa, şêx Yaser El-Rabî di serî de salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir, û bang li civaka navneteweyî kir ku PKK’ê di “lîsteya terorê” de derxînin.

Her wiha şêx êla El-Neîm, Ebdurehman El-Cedû jî dibêje Em bi tundî propagandaya ku gelek dewletên kapîtalîst li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê dikin red dikin.

Di dawî de Rûspiyên êlên Tebqayê bang li hemû hêzên demokrat kir ku ji bo derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” bi lez tev bigerin.

Back to top button