120 navdarên Fransî bang li Biden kirin: PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” derxînin!

Di 44 saliya wê de, xwedîderketina cîhanî li Partiya Karkerên Kurdistanê zêde dibe.
Ji siyasetvan, heta akademîsyen, rojnamevan, hunermend û sendîkayên karkeran..
Li her deverê deng bilind dibe:
Dawî li neheqiya 10 salan bînin û PKK’ê ji “lîsreta terorê” derxînin!..
Bi vê daxwazê herî dawî 120 navdarên Fransê bang li rêveberiya Biden kirin.

Di salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê de, li qada navneteweî nerazîbûna li dijî bicihkirina wê li nava “lîsteya terorê” zêde dibe.

Ji welatê Fransayê 120 hilbijartî, sendîkavan, aktivîst, hunermend, rojnamevan û akademîsyen bi vê armancê bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden kirin.

Name ji aliyê Rojnameya La Marseillaise ve hat weşandin.

120 navdarên Fransî dik nameya xwe de vê dibêjin:

Serokê Rêzdar ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê,

PKK niha di nav lîsteya terorê de ye, lê PKK ti caran li dijî berjewendiyen Amerîkayê û Ewrûpayê êrîşeke tûndrew pêk neaniye.

Li ti devera cîhanê jî êrişên PKK’ê çênebûne.

Tirkiye destekê dide rêxistina terorê DAIŞ’ê.

Li dijî Kurdan û derdorên muxalif zextê dike.

Bi siyasetên emeperyal êrişî Sûrî, Iraq, Libya û Yûnanistanê dike.

Kurd li gel hêzên koalîsyonê ku Amerîkî jî di nav de ne li dijî DAIŞ’ê şer kirin û hê jî vê didomînin.

Bi deh hezaran şervanên ciwan ji bo ku vê rêxitina faşîst têk bibin jiyana xwe dan.

Li gel vê bi hezaran birîndarên wan ên şer hene.

Li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şervanên PKK’ê canê xwe dan û Êzdî xilas kirin.

PKK li dijî polîtîkaya emerpyal a Tirkiyê şer dike.

Li Tirkiyê Kurd têne serkutkirin, parlementer, şaredar û hemû hilbijartiyên wan bi îdîaya ku “terorîst” in têne girtin.

Kurd li dijî faşîzma Erdogan, ji bo demokrasî, mafê mirovan û aştiyê têdikoşin.

PKK daxwaza çareseriyeke siyasî dike û gelek caran bang li hikûmeta Tirk kir.

Dadgeha Belçîkayê 28’ê Çileya 2020’an biryar da ku nabe PKK weke rêxistina terorê were dîtin.

Serokê Rêzdar,

Kurd li Rojhilata Navîn, şerê DAIŞ’ê kirin û hevalbendên wene.

Em bang li we dikin ku PKK’ê ji nav lîsteya terorê derxînin.

Back to top button