Çeteyan li Efrînê 3 hezar û 300 darên zeytûnê birîn

Daran dikin êzing û li bazaran difiroşin.
Her cure kirinên dermirovî yên mîna kuştin, revandin, dizîn û talankirinê dewam dikin.
Çeteyên dagirkeran vê carê nêzî 3 hezar û 300 darên zeytûnê yên welatiyên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî birîn.

Li gorî çavkaniyekê ji kantona Efrîna dagirkirî diyar kiriye ku çeteyên dewleta Tirk nêzî 100 darên zeytûnê yên 3 welatiyên gundê Meydankê yê navçeya Şera birîne.

Her wiha welatiyên ku darên wan hatine birîn ev in:

“Idrîs Horo, Welîd Osman û Elî Osman”

Di vê navberê de Çeteyan nêzî 3 hezar darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Îsmet Seydo Hesen ji gundê Hesen Dêra yê navçeya Bilbilê, birîn.

Li heman gundî, malbatên çeteyan nêzî 200 darên zeytûnê yên welatiyên bi navê Mihemed Hemîd Sîdo û Fewzî Şêxo û xwişka wî Meyasa, birîn.

Back to top button