Cemîl Bayik: Ji her demê zêdetir mirovahî xwe nêzî PKK’ê dibîne

Îro Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK’ê ket 44 saliya xwe.
43 salên têkoşîna li dijî mêtingerî, dagikerî û faşîzmê dewam dike û vê yekê hişt ku hêviya azadiya gelê Kurd zindî bibe..
Di heman demê de tirs xofeke mezin xist nava dilê neyarên Kurdistanê.
Ji damezrînerên PKK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku tirsa hilweşînê ya ketiya nava faşîzmê, wê sala 44’an de pêk were.

Têkildarî 44 saliya PKK’ê, Ajansa Nûçeyan a Firatê, beşa dawî ya hevpeyvîna li gel Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik weşand.

Di vê beşê de Bayik hevkariya hêzên cîhanî li gel dewleta Tirk nirxand û got:

Berovajî dewletên Amerîka û Ewrûpayê, gelên van welatan, destekê nadin rêjîma Tirk.

Hêzên demokrasiyê û gel nêzî têkoşîna Kurdan dibin.

Lewma piştgiriya ji bo dewleta Tirk tê dayîn, ne mîna berê ye.

Piştî ku Kurd li Rojhilata Navîn bûn hêzeke girîng, siyaseta piştgiriya bêşert û merc ji bo Tirkiyê qels bû.

Kurd niha xwedî îdeolojiya herî xurt a cîhanê ne.

Pêşengiya jiyana azad, demokratîk û wekhev dikin.

Cemîl Bayik: Tirsa hilweşînê ya di dilê faşîzmê de wê pêk were

Li ser pirsa geloarmanca PKK’ê ya sala 44’an çi ye?

Bayîk ev bersiv da:

Di 43 salên derbasbûyî de, PKK’ê destketiyên girîng afirandin.

Beriya her tiştî, kefenê mirinê çirand.

Di sala 44’an de bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê re, ne tenê li Kurdistanê wê li tevahiya Rojhilata Navîn guhertinên girîng pêk werin.

Ji xwe di sala 43’an de li Garê ji hev ket, li Zap-Metîna-Avaşînê têk çû.

Faşîzma AKP-MHP’ê niha bi tirs û fikar e ku di her kêliyê de hilweşe.

Em dixwazin vê yekê pêk bînin.

Li gel hilweşandina faşîzmê, ji bo azadiya Rêber Apo me jî dest bi pêngavekê kiriye.

Armanca herî girîng a pêngava ‘Dem dema azadiyê’ şikandina kilîda Îmraliyê ye.

Êdî bi qasî Kurdan, hêzên demokrasiyê û gelên cîhanê jî daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.

Têkoşîna PKK’ê ya 43 salan bi pêşengiya Rêber Apo rêya serkeftinê nîşan da.

Weke endam, xebatkar û gel em sala nû li ser xeta Rêbertî û pîvanên PKK’ê pêşwazî dikin.

Bi taybet jin û ciwan wê pêşengiya vê pêvajoya hilweşandina faşîzmê bikin.

Bêguman qada herî mezin a vê têkoşînê jî qada têkoşîna gerîla ye.

Divê jin û ciwan berê xwe bidin nava refên gerîla û têkoşînê mezin bikin.

Back to top button