Navenda Ragihandinê ya HPG’ê: 44 saliya PKK’ê bi çalakiyan hat silavkirin

Li Çiyayên Kurdistanê 44 saliya PKK’ê hat pîrozkirin.Gerîlla li gelek deveran li hêzên artêşa Tirk dan û salvegera PKK’ê silav kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rêzeçalakiyên gerîlla li dijî artêşa Tirk ev agahî parve kirin:

25’ê Mijdarê li Haftenînê, gerîllayên jin li dijî hêzên Tirk ên li herêma Bektoryayê bicih bibûn, çalakiya sabotajê pêk anîn.

Di encamê de herî kêm leşkerek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê helîkopterên artêşa dagirker xwestin herêmên bombardiman bikin, lê di ji ber destwerdana gerîlla, neçar man ji qadê dûr bikevin.

26’ê Mijdarê li Qada Pîrbila a girêdayî Haftenînê, gerîlla bi çekên giran li çeperên artêşa Tirk dan.

Heman rojê li herêma Çelê, gerîlla li dijî leşkerên li Girê Koordîne bicih bûne, çalakî lidarxistin.

Çalakî bi armanca silavkirina 44 saliya PKK’ê pêk hat.

Di navbera 24 û 27’ê Mijdarê de, qadên Çemço û Rênçbiraxa ên giradayî Zapê, ji aliyê qereqolên sînor ve hatin topbarankirin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir êrişa berfereh a 23 Mijdarê li dijî herêma Metînayê destpêkir, 25 Mijdarê bêyî ku ti encamê bidest bixe, bidawî bû.

Back to top button