Hunermendên Efrînê salvegera damezrandina PKK’ê li gelê Kurd pîroz kirin

Hunermendên Efrînê salvegera damezarnadina PKK’ê li gelê Kurd pîroz kir û gotin “ev roj ji bo Kurdan roja vejînê û rûmetê ye.
Hunermendên Efrînê bang li partiyên siyasî yên welatparêz kir ku li kêleka PKK’ê bin û welat ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Bi boneya salvegera 43. a damezrandina PKKê, hunermendên Efrînê hestên xwe anîn ziman û ev roj li gelê Kurd pîroz kir.

Hunermend Ciwan Hesen, Rêzan Bekir, Newroz Silêman û Niyazî Sîdo ji ajansa Firatê re axivîn û der barê vê rojê de nerînên xwe anîn ziman.

Hundermed Ciwan Hesen got, roja 27’ê Mijdarê ji bo Kurdan rojek jiyanî ye. PKK tevgereke zindî ye û dagirker jê ditirsin. Ji ber wê jî zext li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê gelekî zêde ne.

Ciwan Hesen bang li tevahî partiyên siyasî yên welatparêz kir ku helwesta xwe li dijî dijmin nîşan bidin û bi PKK’ê re Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Hunermend Rêzan Bekir jî anî ziman ku şorşeşa PKK’ê ji şoreşên berê cudatir e, ji ber ku PKK’ê ruhê welatparêzî, hezkirina welat, şoreşgerî û gelek tiştên din di civaka Kurd de ava kir.

Hunermend Newroz Silêman diyar kir ku demezrandina PKK’ê bû serkeftinek ji hemû jinên Kurd û azadîxwaz re û bi felsefeya Rêber Apo jinan hê bêtir xwe nas kir û xwe û têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind kir.

Hunermend Niyazî Sîdo jî ev roj li hemû gelê Kurdistan, şehîdên Kurdistanê û li Rêberê Ocalan pîroz kir û got, PKK’ê bi rêbazekî nû, bi fikrekî nû û bi rengekî zanistî rewşa Kurdan şîrove kir û mirovên azad di nav xwe de ava kir.

Back to top button