Mûrad Karayilan: Wê hesabê êrişa li dijî Apê Yûsiv Gulo bê pirsîn

Mûrad Karayilan derbarê amadekariyên êrişeke nû a dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê de jî axivî.
Karayilan da zanîn divê gel û hêzên Rojava dersan ji buyerên berê derxînin û bersiveke dîrokî bidin dewleta Tirk.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî nirxand.

Karayilan destpêkê welatparêzê Kurd Apê Yûsivê Gulo û her du neviyên wî ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn bibîranîn û ji gelê Kurd û bi taybetî gelê Qamişloyê re sersazî xwest û wiha got,

“Welatparêzê mezin Yûsûf Gulo û kedeke mezin da gelê Kurd. Ji temenê xwe yê 82 salî 60 sal bi xizmeta ji bo gelê xwe derbas kir. Piştî ku fikrên Rêber Apo nas kir ji nêrînên Rêber Apo bawer kir, pê re dilsoz bû û bû dostekî gelekî xurt.”

Karayilan anî ziman şehadeta Apê Yusiv Gulo windahiyeke mezin e û wiha dewam kir,

“Şehîdxistina mirovekî 82 salî li Qamişloyê di wesayitekê de bi rêbazeke nemerdane, bi zora mirovan diçe. Ev yek di heman demê de rastiya dewleta Tirk radixe pêş çavan. Dewleteke terorîst e.

Bi vî karê xwe li ser sûc hatiye zevtkirin. Lê belê ewqasî tirsoneke ku hîn jî berpirsyarî li xwe negirtiye. Bi êrişên li ser welatparêzên mîna Yûsûf Gulo re dixwazin ku Kurdên azad ji holê rakin.”

Karayilan anî ziman ev êrişa terorîstî di şexsê Yûsûf Gulo û neviyên wî de li dijî gelê Kurd, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatiye kirin û got,

“Ev bûyer wê li erdê nemîne û wê hesabê wê bê pirsîn.”

Mûrad Karayilan: Divê gel û hêzên rojava bersiveke dîrokî bidin dewleta Tirk

Mûrad Karayilan derbarê amadekariyên dewleta Tirk yên êrişeke nû a dagirkeriyê a li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê de jî da zanîn ku divê gel û hêzên bakur û rojhilatê Sûriyê dersan ji bûyerên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derxînin û wiha got,

“Divê bersiva pêwîst ji destwerdana dewleta Tirk re bê dayin. Ji bo vê jî divê şervan û gel ji xwe bawer bikin, dev ji hev bernedin û hev bi tenê nehêlin.

Li Rojava divê hem şervan hem jî gel, vekişînê ji rojeva xwe derxînin. Divê kûrbûnê û belavbûnê ji xwe re bikin esas û bi vî rengî li ber xwe bidin.”

Karayilan anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê bingeheke xurt a berxwedanê heye û got,

“Divê xwînsar bin û dersekê bidin dewleta Tirk. Yanî kengî bixwaze divê nikaribe li Kurdan bixe. Tenê, eger li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî nêzîkatî bê nîşandan, wê bi ser bikevin.”

Back to top button