QSD: Bersiva êrişên li ser Eyn Îsayê hate dayîn û 8 çete hatin kuştin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li ser herêmê dewam dikin. Şervanê QSD’ê bersiva êrişên dagirkeran ên li ser gundên El-Mişêrfa û Seyda yên Eyn Îsayê dan û di encamê de 8 çete hatin kuştin.

Duh çeteyên dewleta Tirk 2 êriş li dijî gundên El-Mişêrfa û Seyda yên Eyn Îsayê pêk anîn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê êrişan de daxuyaniyek weşand.

QSD’ê diyar kir 26’ê Mijdarê dagirkeran êrişî gundê El-Mişêrfa yê li bakurê rojhilatê Eyn Îsayê kir û di encama bersiva şervanan de çete ji qada şer reviyan.

QSD’ê da zanîn Heman rojê dagirekran êrişî gundê Seyda yê li bakurê bajarokê Eyn Îsa kir û hewl da gund dagir bikin lê hêzên wan ew êriş jî têk bir.

Hat diyar kirin di encama şer de 8 çete hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûne.

Back to top button