PKK lêvegera jiyana azad sedema hebûna jinê ye

PKK a ku bi komek ciwan destpêkir îro gihişte bi milyonan.PKK lêvegera jiyana azad sedama hebûna jin û gelê bindest. PKK bû tevgereke mirovayetiyê, tevgereke jinan, tevgereke kedê, mirovên azad.PKK bi xeta azadiya jinan a ku bi keda Rêber Apo hatiye avakirin, di warê dîrokê de geş bûye û heta îro hatiye. Azadiya jinan hucreya sereke ya PKK’ê ye.

18’ê Gulana 1977’an ji kadroyên pêşeng yên tevgera Apoyî Hakkî Karer li Dîlokê tê qetilkirin.

Rêber Abdulah Ocalan bi biryara damezrandina PKK’ê bersiv dide şehadeta Hakkî Karer.

Dîrok 27″ê Mijdara 1978’an…..

Partiya Karkerên Kurdistan PKK derdikeve ser dika dîrokê.

Rêber Abdullah Ocalan û komek şoreşger li navçeya Amed Licê li Gundê Fîsê PKK ava dikin.

1978’an Rêber Apo berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û Sûrî.

1980’an li Tirkiyê darbeya leşkerî pêk tê.

Bi hezaran Kurd, bi sedan şoreşgerên Kurdistanê tên girtin.

Li girtîgeha Amedê li dijî faşîzma Tirk berxwedana mezin ya dîrokî dest pê dike.

Şoreşgerên Apoyî Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û bi sedan Apoyî li girtîgeha Amedê berxwedanek dîrokî û destanî pêş dixin.

1981’an li geliyê Bekaa yê Libnanê yekem konferansa PKK’ê weke bersiva cuntayê pêk tê.

Rêber Apo PKK weke partiyeke azadiyê jinê ava kir.

Sala 1981’an gerîlla û fermandara jin Besê Anuş di şerek li gel artêşa Tirk de şehîd dibe.

Yekem jina gerîla û fermandar Şehîd Besê Anuş bandorek mezin li jinên Kurd dike.

1986’an li Libnanê 3. kongreya PKK’ê serkeftî pêk tê.

1987’an de yekem rêxistina jinên Kurd bi navê, Yekîtîya Jinên Welatparêzên kurdistanê -YJWK ava dibe.

1990’an PKK êdî dibe tevgerek gel ya serhildanê.

Kurdistana Bakur dibe qada serhildanên gel.

1992’an Rêber Apo biryara Artêşbûna jinê radigihîne.

Jin di nava refên ARGK’ê de yekîneyên xweser saz dikin.

17’ê Adara 1993’an yekem car PKK agirbesta yek alî radigîne.

Di 26’ê Mijdara 1993’an Almanya PKK’ê dixe lîsteya terorê.

8’ê Adara 1995’an Yekitiyê Azadiyê Jinên Kurdistan-YAJK tê avakirin.

Gulana 1996’an li Şamê li dijî Abdulah Ocalan êrişêk suîkastê pêk tê.

Gerîllaya ARGK’ê Zeynep Kinaci ya bi nasnav Zîlan 30’ê Hezîrana heman salê li dijî komploya li hemberî Rêber Apo, çalakiya canbexşane pêk tîne.

Tevî komplo û êrişên dijwar jî PKK’ê meşa xwe ya azadiya Kurdistanê dewam kir.

Jinên PKK’yî sala 1999’an xwe wekî partî rêxistin kirin.

Partiya Jinên Karkerên Kurdistan-PJKK damezrandin.

Salên 2000 hezarî, Abdulah Ocalan li ser bingehê veguherînên paradîgmayî stratejiya PKK’ê guhert.

Di sala 2001’ê de Hêza Parastina Gel HPG’e û pişt re jî YJA-STAR damezarand.

2004’an Partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK hat damezrandin.

9’ê Çileya 2013’an li Parîsê ji pêşengên PKK’ê Sakîne Cansiz û du jinên şoreşger hatin qetilkirin.

Têkoşîna bi Sara û Zilanan destpêkirî gihiştiye bi milyonan mirovî.

Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ 43 saliya xwe tijî kir, dikeve sala xwe ya 44’an.

Ji bo PKK ji listeya leş bê derxistin li devera cihanê gel rabûye ser piyan…

Back to top button