Kurd, Ereb û Suryan li cem QSD’ê ne

Meclisa leşkerî ya bajarê Amûdê û rûsipî û şêxên eşîrên herêma Cizîrê li bajarê Dirbêsiyê civiyan..
Di civînê de rûsipî û şêx-eşîran diyar kirin ku ew ê li dijî êriş û gefên dewleta trik a dagirker li kêleka hêzên xwe di çeperên şer de bisekinin.

Rûsipiyên herêma Cizîrê û meclisa leşkerî ya bajarê Amûdê civînek ji bo nirxandina rewşa siyasî û gefên dewleta tirk li ser herêmên bakûr û rojhilatê sûriyê li bajarê Dirbêsiyê li darxistin.

Civîn bi amedebûna bi dehan ji rûspî û şêxên eşîrên navçeyên Amûdê, Dirbêsiyê, Zirgan û Şedadê bi rê ve çû .

Di cîvînê de niqaş li ser çawaniya parastina herêmê û gefên dewleta Tirk yên li ser herêmê hat niqaş kirin.

Her wiha di derbarê civînê de jî ji rêveberiya Meclisa leşkerî ya herêma Cizîrê
Avînar Dêrik axivî û wiha got:

Armanc ji li daxistna civînê wiha ewe ku em ji gelê xwe re bibêjin wê careke din dewleta tirk û çeteyên wê nikaribin herêmên me mîna Efrîn û Serêkaniyê dagir bike.

Piştî civînê ji aliyê rûspî û şêxên eşîran ve ji bo raya giştî daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxwiyaniyê de jî wiha hat gotin:

Armanaca êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê ewe ku rêveberiya xweser a bakûr û rojhilatê sûriyê helweşînin.

Em wek rûspî û şêxên eşîrên herêmê bi kurd û ereb û suryanên xwe xwe em li dijî êrîş û gefên dewleta tirk li kêleka hêzên xwe yên parastinê bisekinin.

Back to top button