Artêşa dagirker careke din ava Elok qut kir

Artêşa Tirk û çeteyên wê careke din ava stasyona Elok li ser bajarê Hesekê û navçeyên wê qut kir.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya du rojan bi rêka çetên xwe destpêkê xetên kehrebeyê yên girêdayî stasyona Elok qut kirin..

Piştre jî ev yek kirin hincet û av li ser Hesekê qut kirin.

Ev binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk bû sedem kehrebe li ser stasyona navçeya Dirbêsiyê qut bibe.

Her wiha Gurûpa gerînendeya kehrebê ya Hesekê îro xwest biçe keblên ku hatine qutkirin sererast bike, lê rastî astengiyên dewleta Tirk hatin…

Dem bi dem, artêşa Tirk û çeteyên wê bi qutkirina ava Elok dixwaze zextê li Rêveberiya Xweser bike..

Ev kiryarên dewleta Tirk jî jiyana zêdetirî milyon û nîvek kes dixe xeteriyê…

Back to top button