Li gundê Kulco yê Silêmaniyê 5 peşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn

DAIŞ û tevgera wê ya bêdawî.
Li Başûrê Kurdistanê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê her diçe zêdetir dibe.
Duh çeteyên DAIŞ’ê li Germiyanê êrişî hêzên pêşmerge kir.
Di encama êrişa çeteyan de 5 pêşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. 

Ev êriş duh derdora saet 11’ê şêvê li gundê Kulco ya ser bi navçeya Kifrî ya Silêmaniyê pêk hat.

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê ji du baskan ve êrişî baregeha peşmergeyan a li gundê Kulco dikin.

Di encama vê êrişê de, pevçûneke dijwar di navbera çete û pêşmergeyan de rû dide.

Ji ber vî şerî, komek pêşmerge bi hewara pêşmrgeyên li wir ve diçin.

Dema ku ev kom digihêje cihê bûyerê bi xwe jî dikeve kemînê û mayînek bi erebeya wan ve tê teqandin.

Li vir û di encamê de 5 pêşmerge şehîd dikevin û 4 jî birîndar dibin.

Tenê ajokarê erebeyê ji kemînê difilite.

Back to top button