Vîrûsa Corona..Li welatên Ewrûpayê êdî ev cureya Omicron belav dibe

Di wextekî de ku hêvî dihate kirin êdî bandora Koronayê kêm bibe, mirovahî vê carê bi cureyekî nû yê vîrûsê re rû bi rû ye. Ev cure jî bi navê Omicron tê naskirin û ji Afrîkaya Başûr derketiye. Niha ev vîrûs gav bi gav li Ewrûpayê belav dibe. Li hemberî vê rewşa metirsîdar, welatên Ewrûpayê amadekariya şidandina tedbîran dikin.

Vîrûsa Corona û cureyên wê yên bêdawî.

Piştî cureyên vîrûsa Corona ku heta niha bi milonan mirov li cîhanê kirin qurban, yeke din û vê carê ji Başûrê Afrîka derketiye.

Ev cure jî bi navê Omicron tê naskirinû niha li cîhanî bûye sedema tirseke nû.

Bi taybet jî piştî ku pêketiyên vê vîrûsê li hin welatên Ewrûpayê hat dîtin.

Yekem welatê Ewropa ku ev cure vîrûs tomar kir, Belçîka bû.

Derket holê ku vîrûs bi rêya rêwiyeke Misrî ku di ser Tirkiyê re derbasî Belçîka û ji wir jî derbasî Ewrûpayê bûye, derketiye.

Piştî Belçîka, Brîtanya û Almanya jî pêketiyên vê vîrûsê ragihandin.

Ji ber belavbûna vîrûsê, êdî hin welatan dest bi rêkarên nû yên rêgirtina li ber belavbûna vî cûreyî, kirin.

Ji wan, Brîtanya ku herî dawî ragihand wan çûnûhatina ji Angola, Mozambîk, Malavî û Zambiya qedexe kir.

Li Awusturalyayê jî 2 nexweşên Omicronê hatin dîtin.

Li ser mijarê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî jî hişyar kir ku vîrûsa Omicron metirsîdar e û got, lêkolînên wan li ser mijarê dewam dikin.

Piştî vê hişyariyê, gelek welatên Ewrûpayê şidandina tedbîran gotûbêj dikin..

Hikûmeta Îsraîlê jî eşkere kir ku ew ê ji Yekşemê ve, ji bilî hin rewşên taybet û erêkirî deriyên xwe li pêşiya hatina rêwiyên biyanî heta 14 rojan bigre.

Ji bilî wan, hin welatên ereb jî jê Siûdiyê dest bi rêkarên xweparastina ji vî cureyê vîrûsê kiriye.

Back to top button