Dewleta Tirk 150 çeteyên Roj li navçeya Cizîr a Şirnexê bi cih kir

Dewleta Tirk a dagirker vê carê berê çeteyên Roj da navçeya Cizîrê ya Şirnexê.

Komeke çeteyên Roj ku ji 100-150 kesan pêk tê, derbasî 172’yemîn Fermandariya Tugaya Zirxî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate kirin.

Hate ragihandin ku dewleta Tirk cilên leşkerên tirk li van çeteyan kirine û wan ji bo li ser Sînorê Dêrika Hemko bi cih bike amadedike.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ev 7 meh in li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

Di van êrişan de dewleta Tirk hêzên taybet ên Zêrevanî, Gulan û çeteyên Roj yên bi ser PDK’ê jî bikartîne.

Herî dawî 29’ê Tebaxê bi destê çeteyên roj li herêma Xelîfanê 5 gerîla hate şehîdxistin.

Ev yek jî di nav gelê kurd der rastî bertekên tund hat.

Malbatên çeteyên Roj jî bertekên tund nîşanî van kiryaran dan û bang li zarokên xwe kirin ku nebin hevkarê qirkirina Kurdan ya dewleta Tirk û vegerin ser xaka xwe.

Li gor ajansa Hawarê komeke çeteyên Roj di bin fermandariya Ozan Hecî Îso de derbasî 172’yemîn Fermandariya Tugaya Zirxî ya navçeya Cizîrê ya artêşa Tirk bûye.

Li gorî nûçeyê, ev kom ji 100-150 kesan pêk tê.

Cilên leşkerên Tirk li wan hatiye kirin.

Tê diyar kirin dewleta Tirk ev çete li ser egera êrişeke li ser Rojava çêbibe, ji bo van çeteyan li ser xeta sînor a Dêrikê bicih bike şandiyê navçeya Cizîrê ya Şirnexê.

Her wiha dewleta Tirk ne tenê çeteyên roj anîne.

Li gorî nûçeya ajansê li kêleka çeteyên roj dewleta Tirk çeteyên li Ezaz, Cerablusê û yên ku şandibû Lîbayayê paşve vegerandine niha aniye Şirnexê bi cih kiriye.

Her wiha dewleta Tirk bi van çeteyan jî sînordar nemaye berê xwe dayê Afganan.

Li gorî ajansê dewleta Tirk ew Afganên ku ji ber Talîban reviyan û ku piraniya wan zilam bûn, di ser Îranê de derbasî bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê bûbûn, niha wan li Şirnexê bi cih kiriye û da ku wan jî bikarbîne.

Back to top button