Kampa Holê penaberekî din ê Iraqî hat kuştin

Li kampa Holê ku ji deverên herî metirsîdar ên cîhanê ye, buyerên kuştinê bi dawî nabin û her zêde dibin. Duh pnaberekî din ê Iraqî hat kuştin. 

Penaberê Iraqî MIhemed Xelîl Ibrahîm 27 salî û ji beşa yekem a kapmê ye.

Hat ragihandin ku Mihemed di serê xwe de derb xwariye û hatiye kuştin.

Kampa Holê du zarokên Misrî hatin revandin

Tevî vê bûyerê, hat ragihandin ku du zarokên Misrî jî ku ji beşê sêyan û ji navenda El Mewede ya li kampê, hatine revandin.

Ev jî duh û ji aliyê 2 çekdaran ve se’et 2’ê piştî nîvê şevê pêk hat.

Ev zarok jî:

Ebdulah Mihemed Fethî Elî Bkorî 15 salî ye, û Ruqeya Mihemed Fethî Elî Bekorî ya 12 salî ne.

Hat ragihandin ku ev keça hatî revandin “Ruqeya” ji her du lingên xwe ve astengdar e.

Her du zarok ji sala 2019 ve li vê navendê ya “El Mewede” dimînin.

Back to top button