Çeteyan li Girê Spî du kes revandin û radestî istîxbarata Tirkiyê kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 şêniyên ji gundewarên Girê Spî ya dagirkirî revandin.

Ajansa nûçeyan a Hawarê li gorî çavkaniyekî herêmî ragihand “Çeteyên dagirkeriya Tirk duh bi ser gundê El-Sukariyê yê Girê Spî de girtin û kesên bi navê Hadî Elkê Xanîm ê ji eşîra El Cês û Yûsif El-Faris ê Kurd revandine.”

Hat ragihandin çeteyan kesên revandî li navenda navçeya Girê Spî ya dagirkirî radestî îstîxbarata Tirk kirin.

Revandina şêniyên resen ji herêmên dagirkirî her dewam dike û li ser sûcên xwe, Tirkiyeya dagirker û çeteyên wê nayên cezakirin.

Ev jî rê li ber zêdebûna van sûcan vedike û dihêle zêde jî bibin.

Back to top button