Parêzerê Kurd Tahir Elçî di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Îro salvegera 6’an a şehadeta parêzerê Kurd Tahîr Elçî ye..
Elçî ji aliyê hevkarên xwe û parlementerên HDP’ê ve devera lê şehîdbûyî hat bîranîn..

28’ê Mijdara 2015’an li navçeya Amedê Sûrê, Parêzer Tahîr Elçî û serokê Baroya Amedê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kir..

Di wan kêliyan de di encama êrişa polîsên Tirk de li ber çavê her kesî, Tahîr Elçî bû armanca êrişê û li cihê bûyerê şehîd bû.

Di salvegera 6’an a şehadeta xwe de Elçî li ber Mînareya Çarling a Sûrê hat bîranîn.

Beriya merasîmê, komeke ji parêzer û parlementerên HDP’ê li ber Edliya Amedê kom bûn û heta bi cihê ku Elçî lê şehîd bûyî meşiyan.

Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Hevseroka DPB’ê Salîha Aydeniz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û her wiha serokên baroyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê beşdarî meşê bûn.

Hevkarên Tahîr Elçî bi hilgirtina pankarta ”Em te ji bîr nakin” heta Mînareya Sûrî ya dîrokî meşiyan.

Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren di bîranînê de axivî û got:

Çi kesê rola xwe di êrişê û nixumandina ser kuştinê de hebe, ji bo ku werin dadgehkirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Ji bo ev yek pêk were em soz didin Tahir Elçî, raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyê.

Hevjîna parêzerê Kurd, Turkan Elçî jî di merasîma bîranînê de ev peyam da:

Îro em dîsa ketine nav rêya teng a adaletê. Li pêşberî me dîwarê çemento hene.

Ev 6 sal in em bi guhê kerr ê adaletê de diqêrin. Kî me dibihîse?

Hê jî dengê wê guleyê di guhê me de dike zimênî.

Wê gulleyê dawî li aramiya me anî.

Ji me re gotin, xeyala we a aştiyê pir dûr e.

Back to top button