Di 2 salan de Hevya Sor gelek projeyên tendûristiyê pêşxistin

Duh Heyva Sor a Kurd Kongreya xwe ya salane ya duyemîn li Bajarê Qamişlo li dar xist.

Kongir bi sernavê “Alîkariya bêsînor”, bi beşdarbûna Endamên Heyva sor , Rêxistinên tenduristî li Hola Zanîngeha Rojava li Qamişlo hat li darxistin .

Di Kongirê de xebatên du salan hat nîqaşkirin û hat gotin Heyva Sor a Kurd tevî kêmderfetiyan jî yek ji rêxistinên alîkariya mirovahî yên herî serkeftî ye.

Her wiha di kongreyê de derbarê xebatên Heyva Sor a kurd yên du salan de ev agahî hate parvekirin.

“10 xalên tenduristiyê li kampê Şehba û Hesekê û 11 navendên tenduristî li bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûrî hatin vekirin.

3 navendên beşê lezgîn li Heseke, Dêrik û Şehbayê û 4 nexweşxaneyên taybet hatin avakirin.

Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn li bajarê Til temirê, nexweşxaneya Hol a Kampa Holê, Nexweşxaneya covîd 19 li Heseke û Şehba hatin vekirin.”

Back to top button