Xwendevanên zanîngehê carek din daxwaza mafê xwe kirin

Xwepêşandana xwendevanên zanîngeh û peymangehê yên Başûrê Kurdistanê carek din destpê kir.

Li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê xwendevanan daxwaza xerca mehane kirin.

Bi rojane bi hezaran xwendevan li seranserê Başûrê Kurdistanê daxwaza xerciya mehane û xizmetguzariyek baş dikin.

Lê tevî hemû çalakî û xwepêşandanan, hikumet bêdenge.

Duh serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi komek xwendevan re civiya û bersiva xwendevanan da.

Barzanî got, li ti dera cîhanê xwendinek belaş nînin, ji bo çi hun xerca mehane dixwazin.

Li hember vê Xwendevan îro carek din rabûn ser xwe û daxwaza mafê xwe kirin.

Xwendevanan bê navber dirûşmeya ‘Erê hikumeta 30 salî, xerca mehane mafê meye’ qêriyan.

Xwendevanan xwestin hikumet guh bide daxwazên wan.

Back to top button