Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê bombebaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê deverên li Cebel El Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin. Her wiha herêmên Sehl Xab a gundewarên bakur rojavayê Hemayê kirin armanc. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye ragihan “Hêzên hikumeta Şamê deverên Filêfil, Binîn û Fitêra ya Cebel El Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.”

Her wiha ragihand ” hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran herêmên Sehl El Xab a gundewarên bakur rojavayê Hemayê jî kirin armanc.”

Duh jî, Çeteyên dewleta Tirk baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên Seraqib ên li rojhilatê Idlibê kirin armanc.

Hate gotin ku leşkerekî hikumeta Şamê hatiye kuştin.

Back to top button