Li Deryaya Manşê..jina Kurd a 24 salî Meryem Heme Emîn qurbana karesatê ye

Li Deryaya Manşê, dema keştiya komek ji koçberan hewl dida ji Fransayê derbasî Birîtanyayê bibe, noqî avê bû. Ji 27 qurbanên karesatê, nasnameya jineke Kurd a ji Başûrê Kurdistanê hat eşkerekirin.

Meryem Heme Emîn, jineke Kurd 24 salî ye û ji herêma Soran e.

Çarşema derbasbûyî, tevî 30 kesên din hewl da xwe bighîne Brîtanyayê.

Lê keştiya ku tê de bû, li Derya Manşê, ango Kanala Brîtanyayê noqî avê bû.

Meryem di vî bûyerê de tevî 26 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku nasnameya wê hat eşkerekirin, ji bo jina Kurd li herêma Soran konê sersaxiyê hat vedan..

Bavê Meryemê, Nûrî Heme Emîn anî ziman ku ew ji ber wefata keça xwe xemgîn e û got:

Armanca wê ew bû ku bibe xwedî jiyana aram. Lê karesatê dawî li vê xeyala wê anî.

Back to top button