Efrîn..Çeteyan welatiyê bi navê Silêman Nûrî yê 51 salî bi êşkenceyê kuştin

Suc û hovitiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li herêmên dagirkirî rojane derdikeve holê û tu alî dengê xwe nake..
Çeteyan Efrîniyekî ku beriya sê salan revandibûn, di girtîgeha bajarokê Raîy de bi êşkenceyê kuştin.

Hat ragihandin dewleta Tirk a dagirker, li zindana El Rayi ya li Ezazê, kesekî ji Efrînê bi êşkenceyê kuştin.

Hat zanîn navê kesê ku hatiye kuştin Silêman Nûrî Nûman ê 51 salî ye.

Silêman Nûrî Nûman ji gundê Bozikê yê Efrînê ye û du Meha Hezîrana 2019’an li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin.

Her wiha jina bi navê Mewlide Nûman a 64 salî ya ji heman malbatê jî di Gulana derbasbuyî de li Zindana El Rayî ji aliyê dagirkeran ve hatibû kuştin.

Hevjîna Silêman Nûrî, Hefya Elî: Hevjînê min ji dema dagirkirina efrînê ve winda bû

Heyfa Elî derbarê kuştina hevjînê xwe Silêman Nûman de ji ANHA’yê re axivî.

Heyfa da zanîn ji dema dagirkirina Efrînê ve hevjînê wê winda bû, wan hêviya xwe jê birîbû wan dizanîn ku ew miriye.

Heyfa wiha dibêje: “Silêman Nûrî Nûman ji Efrînê derneket, ji ber ku li wir kar dikir ku pêwîstiyên malbata xwe yên ku piştî dagirkirinê koçberî Helebê bû peyda bike.

Artêşa Tirk ew revandin û eşkere nekirin ku ew li cem wan e, lê piştî hewldanên lêgerînê hate diyarkirin ku ew li girtîgeha Rayî ye.”

Heyfa ELî diyar kir ku çeteyên dagirker nehiştin ku malbat serdana wî bikin, tenê 2 deqeyan carekê bi telefonê bi wî re axivîn.

Tê payîn ku cenazeyê Silêman Nûrî Nûman li gundê wî Bozîkê were veşartin.

Li gorî rapora herî dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê, ji dema dagirkeriyê ve li Efrînê heta niha nêzî 8 kes hatine revandin û heta niha çarenûsa gelek ji wan nayê zanîn.

Back to top button