Bozan Tekîn: Em nikarin li hember tecawizkaran bêdeng bimînin û çavê xwe jê re bigrin

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Bozan Tekîn, têkildarî şerê taybet yê Dewleta Tirk a li dijî Jin, Ciwan û civaka Kurd û berxwedana gerîlla ji ajansa nûçe ciwan re axivî.
Bozan Tekîn bang li ciwanan kir û got: ”li dijî her cure şerê taybet çavê xwe negirin û bersiva her êrişeke li dijî nirxên me bidin.”

Dewleta Tirk a dagirker, li Kurdistanê şereke taybet a pir qirêj li dijî gelê Kurd, taybetî ciwan û jinan bi rêve dibe.

Vî şerî jî bi rêya endamên daîreya şerê tayebet yên wek polîs, leşker û sixûrên xwe dimeşîne.

Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Bozan Tekîn ji ajansa nûçe ciwan re axivî.

Tekîn, despêka axaftina xwe de salvegera 43. ya PKK li Rêber Apo, gelê Kurd û tevahî hevrêyên xwe pîroz kir û da zanîn ku desteftîyên vê şoreşê mezintir bûne û divê ciwanên Kurd êdî dudilî nebin, hesabên biçûk nekin û destkeftîyan mezintir bikin.

Tekîn bal kişande ser zêdebûna tacîz û destavêtina li hemberî jinên ciwan û got:

”Ewqas nûçeyên derbarê tecaviza li dijî jinên Kurd derdikevin pêş. Ger em çavê xwe li hember vê rewşê bigrin, wê ji mirovahîya me çi bimîne ? ma em vê rewşê nabînin û nabihîzin ?

Bozan Tekîn: Bersiva herî xurt, tevlîbûna nava refên berxwedanê ye

Mixabin gelek keçên me ji vê rastîyê dûr in û xwe înkar dikin.

Ma gelo ev êriş û tecrîda li dijî Rêber Apo û gerîlla ji bo çi têne kirin ?

Ji ber em xwedî li nirx û axa xwe derdikevin, ev êriş li dijî me tên kirin.

Ji bo parastina nirx û deskeftîyên civaka Kurd jî Bozan Tekîn wiha dewam kir:

”Ji bo ku em bersiva herî xurt bidin dijminê xwe, divê tevlîbûnek xurt ji bo gerîlla çêbibe. Lewma divê her êrişeke dewleta Tirk bê bersiv nemîne.

Em zarokên vê xakê ne. Yên ku bi zor û zilmê serme de werin, divê em zimanê ku ew fermdikin bersivê bidin.

Ew ziman jî zimanê Egîda ne, zimanê Berîtan, Zîlan û Delala ne.

Bozan Tekîn: Divê em vê hişmendîya ku Kurdan înkar dike tune bikin

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK Bozan Tekîn îşaret bi gotinên Erdogan yên sala 2023’ê kir û got:

”Ew dibêjin planên me salal 2023’an heye. Gelo ev tê çi wateyê ?

Bi gotinek din komarek hat avakirin. Ew komar li ser nebûna Kurdan hatîye avakirin û dixwazin vî hîn dirêjtir jî bikin.

Hişmendîya wan li ser tûnebûna Kurdan e. ji ber wê divê ew hişmendî bê îmhakirin.

Berîya 43. salan li ser navê Kurd û Kurdistanî çi hebû ? Lê îro yek ji rojeva sereke ya cîhanê Rêber Apo, PKK û Gerîlla ye.”

Tekîn bang li ciwanan kir û wiha bi dawî kir:

”Êdî divê ciwanên li zanigehan û li her deverê çavên xwe vekin, serî rakin û berê xwe bidin rêya rûmetê.

Back to top button