Sylive Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê

Êdî ne tenê gelê Kurd, di asta navnetewî de xwedî li Rêber Apo derdikevin.
Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan Sylive Jan diyar kir ku gelê Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê û got;
“Dema wê hatiye, ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî”

Înîsiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî di çarçoveya kampanya “Dema wê hatiye, ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî” dabûn destpêkirin dewam dike.

Ji enternasyon alîstan Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan Sylvie Jan ji ANF’ê re axivî.

Sylive Jan diyar kir ku armanca wan azadiya Rêber Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye û destnîşankir ku gelê Kurd pêşeroja cîhanê temsîl dikin

Sylive Jan got;

“Ji bo aştiyê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Pêwîstiya gelê kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê bi aştiyê heye.

Timî gotina ‘pirsgirêka kurd’ tê bikaranîn, lê belê ne pirsgirêka kurd, çareseriya kurd heye. Kurd ne pirsgirêk e Kurd bersiv e”

Aştî ji bo me çareseriya mayinde ye, divê daxwaza kurdan a ji bo berdana nûnerê xwe bê bicihanîn.

Divê Abdullah Ocalan bê berdan û pêvajoya danûstandinan bê destpêkirin.”

Sylive Jan diyar kir ku gelê kurd ji bo cîhanê çavkaniyeke taybet a hêviyê ye wiha bi dawî kir:

“Gelê Kurd ji bo cîhana me ya nû nûnertiya paşerojê dike. Ji bo vê divê piştevaniya bi gelê kurd re bê xurtkirin.

Bi azadiya Ocalan re divê ev kilîd bê parçekirin û PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ bê derxistin.

Ji bo paşeroja cîhanê, ji bo aştiyê divê em rola xwe pêk bînin. Ev yek paşeroja me hemûyan e.”

Back to top button