Çanda ristina hiriyê bi teşiyê di çanda jinên Kurd de pir bi nirx e.
Zeyneb Silêman yek ji jinên ku karê ristina teşiyê dike û derbara xwe dike dibêje; “hezkirina min ji vî karî re herdem min dikişîne nava ristina teşiyê, heya ez saxim ez vê çandê biparêzim.
Zeyneb li Gundê Jinwar karê ristina teşiyê dikin.
Û berhemên ku bi destên xwe çêdikin li gund difiroşin.
Jina bi navê Zeyneb Silêman 45 salî ji navçeya Dirbêsiyê ye.
Zeyneb Silêman çanda bikaranîna teşiyê pênase kir û wiha dest bi axaftina xwe kir:
“Di demên berê de dayikên me kar bi teşiyê dikirin, îro em jî parastina vê mîrasê dikin.
Ez 15 salî bûm min dest bi karê ristina teşiyê kir.Min û dayîkên din bi hev re dest bi karê teşiyê kir.
Derfetek bû ku di gundê jinan de em projeya xwe vekin. Em rehet dixebitin û hem jî em jinan fêrî vî karî dikin.
Zeyneb anî ziman ku ew ji tayê ristinê cil û bergên hirî ji bo zivistanê çêdikin.
Zeyneb dawiyê de anî ziman ku ew ristina teşiyê keyfxweş dibe û wekî westan nabine.